22:52 21 Hezîran 2018
Leşkerên amerîkî

'DYA, leşkerên xwe li Şingalê bi cih kirin, beregehek nû ava dike'

© RT .
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin DYA li sînorê Iraq û Sûriyeyê leşkerên xwe bi cih kirin û dixwaze li herêmê baregeheke leşkerî ava bike. Tê gotin ku DYA bi vê baregehê dixwaze pêşiyê li ber pêşveçûna Heşda Şebî ya li herêmê bigre. Berdevkê Peşmerge Xelîl Şivan piştrast kir ku Amerîka dixwaze li herêmê baregeheke leşkerî ava bike.

Hikmet Durgun

MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê
© REUTERS / Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
Li gor ragihandina çavkaniyên peşmergayan, yekîneyên girêdayî artêşa DYAyê ber bi sînorên Şingalê ve çûne û li Çil Mêran û Çiyayê Şingalê bi cih bûne. Hat ragihandin DYAyê li herêmê baregehek leşkerî jî ava kiriye.

'BI WESAYITÊN LEŞKERÎ, BI YEKÎNEYEK MEZIN HATIN'

Berdevkê çapemeniyê yê Hêzên Peşmergeyan ê Şingalê Xelîl Şivan daxuyand ku leşkerên DYAyê li herêma Şingalê baregehek leşkerî ava dikin û wiha dewam kir: "Leşkerên amerîkî bi wesayîtên leşkerî li sînorê başûrê rojava li baregeha Domiz a leşkerî bi cih bûn. Bi yekîneyek leşkerî ya mezin hatin û li Çil Mêranê dê baregehek leşkerî ava bikin. Li Çil Mêranê beriya niha bi destûra Saddam Huseyn 39 moşek bi ser Îsraîlê de jî hatibûn pekandin."

'ARMANCA AMERÎKAYÊ EW E PÊŞÎ LI BER MILÎTANAN BIGRE'

Rayedarên Heşda Şebî yên li herêmê daxuyand ku DYAyê bi avakirina baregehê bi meksede ku tevgera milîtanên Heşda Şebî sînordar bike. Herwiha ji xeynî 5000 leşkerên li Iraqê, li Mûsil, Dihok, Kerkuk, Bexda, Silemaniye û Hewlerê jî leşker û baregehên leşkerî ên Amerikayê hene. Heşda Şebiya ku DYAyê li Iraqê wek dewletek dagirker dibîne, dixwaze demildest leşkerên xwe ji Iraqê vekşîne û biterikîne.

Herwiha hêjayê gotinê ye ku, Qeymeqamê Şingalê yê bi wekalet Fehd Şingalî li ser îdiayên digotin hêzeke Amerîkayê li Şingalê hatiye bicihkirin, ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand ku ti hêzeke amerîkayî nehatiye li wir bi cih nebûye. Fermandarê Hêza Şerfedînê yê Pêşmergeyan Qasim Şeşo jî ew îdia derewandin û got, ti hêzeke amerîkayî li devere Şingalê bi cih nebûye.

Bi heman mijarî:

'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'
Parlamena Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir: Heşda Şebî cenosîdê dike
Hêzeke Kurdî wê li Duz Xurmatû cihê Heşda şebî bigire
Amirî: Ne mimkun e Heşda Şebî bê hilweşandin
Etîketan:
şingal, baregeh, leşker, moşek, Xelîl Şivan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de