09:45 19 Hezîran 2018
Şerê li Şingalê

Qeymeqamê Şingalê: Ti hêzeke Amerîkayê li Şingalê bi cih nebûye

© AP Photo / Seivan Selim
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 01

Qeymeqamê Şingalê yê bi wekalet Fehd Şingalî li ser îdiayên digotin hêzeke Amerîkayê li Şingalê hatiye bicihkirin, ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand ku ti hêzeke amerîkayî nehatiye li wir bi cih nebûye. Fermandarê Hêza Şerfedînê yê Pêşmergeyan Qasim Şeşo jî ew îdia derewandin û got, ti hêzeke amerîkayî li devere Şingalê bi cih nebûye.

Ev du roj in tê îdiakirin ku hêzeke leşkerî ya Amerîkayê li ser Çiyayê Şingalê bi cih bûye û li gorî wan îdiayan hin berpirsên hêza pêşmerge jî gotiye, ew hêza Amerîkayê dê hemahengiyê di navbera hêza pêşmerge û artêşa Iraqê de çêbike.

Fermandarê Hêza Şerfedînê yê Pêşmergeyan Qasim, ku li Çiyayê Şingalê erka parastina mezarên Şerfedîn û êzidiyan tine bi cih, derbarê vê mijarê de îro ji bo Sputnîk Kurdistanê axivî û ev tişt gotin, "Bi rastî ti rastiyeke wê tişta ku medyaya Herêma Kurdistanê behs kiriye, tine ye. Ji ber ku hîç hêzeke amerîkayî li devera Şingalê bi cih nebûye. Tenê beriya çend rojan hejmareke tirombêlên leşkerî yên Amerîkayê hatin deverê û paşê dîsa vegeriyan."

Şeşo herwisa derbirî ku heta niha Amerîkayê ti peywendî bi wan re daneaniye ku dê hêzeke xwe li ser Çiyayê Şingalê bi cih bike û niha jî ti hêzeke amerîkayî li ser Çiyayê Şingalê tine ye.

ŞINGALÎ: TI HÊZEKE AMERÎKAYÎ NE LI NAVA ŞINGALÊ NE JÎ LI SER ÇIYA Û DEVERA WÊ HEYE

Ji aliyê din ve Qeymeqamê Şingalê yê bi wekalet Ebû Sûd Fehd Şingalî jî ji bo Sputnik Kurdistanê destnîşan kir ku ti hêzeke amerîkayî ne li nava Şingalê, ne jî li ser çiya û devera wê heye. Şingalî ev tişt gotin, "Tenê hejmareke pisporên leşkerî ligel hêzeke artêşa lraqê ye û devera Şingalê ya li ser sînorê Sûriyeyê diparêzin. Rast e, beriya çend rojan hêzeke amerîkayî hat devera Şingalê, lê tenê hejmareke pisporên xwe anî bû, da ku di ware parastina sînorê Iraq û Sûriyeyê de alîkariya hêzên lraqê bikin."

Qeymeqamê Şingalê yê bi wekalet derbirî ku medyayê bi şaşitî behsa hatina wê hêza amerîkayî kiriye û got, ji ber ku eger hêzeke Amerîkyê li devera Şingalê bi cih bibe, bêguman ji bo hemahengî û alîkariyê wê me haydar bikin.

Bi heman mijarî:

‘Hêzeke amerîkî li Şingalê hat bicihkirin'
Artêşa Iraqê li Şingalê dengdêran asteng dike
‘Amerîka li Çiyayê Şingalê baregeheke leşkerî ava dike’
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Bila her kes bi hewara êzîdiyên li ser çiyayê Şingalê de biçin
Heşda Şeibî nahêle xebatên hilbijartinê li Şingalê bikin’
Etîketan:
hêza amerîkayî, Qeymeqamê bi wekalet ê Şingalê, Fermandarê Hêza Şerfedînê yê Pêşmergeyan, Fehd Şingalî, Qasim Şeşo, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de