05:42 21 Hezîran 2018
Nuri el Malikî

Nûrî Malikî li dijî Tirkiyeyê daxuyanî da

© AP Photo / Khalid Mohammed
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî bi daxuyaniyekê daxwaz kiriye ku bila li dijî Tirkiyeyê bergiriyên navdewletî werin girtin, da ku nekeve nav axa Iraqê.

Li gorî nûçeyeke Sharpressê Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî îro daxuyaniyek belav kir û têde bang kir ku divê li ber Tirkiyeyê bergiriyên navdewletî werin girtin.

Malikî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gavên ji bo bendavên li ser ava diçe Iraqê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên çêkirin û got, ev gavên Tirkiyeyê yên li hemberî Iraqê, metirsiyê li ser Iraqê çêdike û ji ber vê yekê divê bergirî li hemberî Tirkiyeyê werin girtin.

Tê zanîn ku Tirkiyeyê li ser çem û rûbarên ku derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dibe, bi hinceta ewlehiya li hemberî PKKê bendavan çêdike.

Bi heman mijarî:

Parlamenterên Iraqê hewl didin ku Fuad Mesûm ji peywirê dûr bixin
Qadîrov: Nêzîkî 100 zarokên jinên ku li Iraqê têne cezakirin dê vegerin Rûsyayê
KENY îro bi rojeva Kurdistan û Iraqê dicive
Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên 1021 navendên dengdanê betal kirin
Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê prosesa piştî hilbijartinê gotûbêj kirin
Etîketan:
daxuyanî, Cîgirê Serokomarê Iraqê, Nûrî Malikî, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de