09:48 23 Hezîran 2018
Leşkerê amerîkî

‘Hêzeke amerîkî li Şingalê hat bicihkirin'

© AFP 2018 / YASIN AKGUL
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku hêzeke artêşa Amerîkayê li ser Çiyayê Şingalê hatiye bicihkirin.

Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê Mehma Xelîl ragihand ku "roja înê hêzeke artêşa Amerîkayê çûye sînorê Çiyayê Şingalê û li devera Çil Mêra ya Çiyayê Şingalê hatine bicihkirin. Çûna wan a ber bi wê deverê ve, bi mebesta îstîqrara siyasî ya wan deveran e".

Xelîl hêviya xwe anî ziman ku mayîna wê hêza Amerîkî li Çiyayê Şingalê heta demeke dirêj be, ji ber ku li gor nêrîna wî, mayîna hêza Amerîkî li wê deverê, dê bibe sedema vegera awareyên Şingalê, "Xelk daxwaz dike ku tevî hêzên Amerîkî, hêzên Pêşmerge jî vegerin Şingalê daku aramî ti temamî çêbibe."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şingal 140 kîlometre ji bajarê Mûsilê dûr e û dikeve navbera sînorê Rojava û Çiyayê Şingalê.

Bi heman mijarî:

Artêşa Iraqê li Şingalê dengdêran asteng dike
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Bila her kes bi hewara êzîdiyên li ser çiyayê Şingalê de biçin
Heşda Şeibî nahêle xebatên hilbijartinê li Şingalê bikin’
‘Amerîka li Çiyayê Şingalê baregeheke leşkerî ava dike’
Li Şingalê bombeyek teqiya: Kurdekî êzidî canê xwe ji dest da
Etîketan:
Çiyayê Şingalê, hêzên amerîkî, leşkerê amerîkî, iraq, Iraq, Kurdistan, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de