09:08 18 Hezîran 2018
Heyder Ebadî

El-Heyat: Ebadî ji Partiya Yasa vediqete

© REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê di demeke nêzîk de ji Partiya Yasa ya Iraqê ku serokatiya wê Nûrî Malikî dike cuda bibe.

Çavkaniyeke îraqî ji rojnameya El-Heyat a ku li Londonê weşanê dike re ragehand ku Ebadî dê di demeke nêzîk de ji Partiya Yasa ya Iraqê ku serokatiya wê Nûrî Malikî dike cuda bibe: ‘'Merciyê şiîyan li Necefê û Rêberê Tevgera Sedr jî xwedî heman nêrînê ne li hember serokwezîr, ku pêwîst e serbixwe be û Partiya Yasa veqete.''

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku di vî warî de Ebadî jî hatiye agahdar kirin, lê ta niha Ebadî biryarek nedaye. ‘'Lê di demeke nêz de êdî wê biryarê bide û li benda awayê danûstanên li gel partiya xwe ye.'' Herwiha hat eşkerekirin, di nav Partiya Yasayê de jî nakokî hene, ew nakokî jî li ser hevpeymaniya li gel lîsteya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda El-Sedr re ne.

Herwisa da xuyakirin ku, aligirên Nûrî Malikî ji ber helwesta Sedr a li hember Malikî bi temamî red dikin ku lîsteya Nesir bi li gel Saîrun hevpeymaniekê pêk bîne.

Bi heman mijarî:

Serokwezîr Ebadî jî hişyariyek tund da: Destdirêjiya nava Iraqê nekin
'Ebadî niyet dike ku firqeyeke kurdî li Kerkûkê damezirîne'
Ebadî: Bi Sedir re ji bo avakirina hikûmetê me bi awayekî fikrî li hev kir
‘Em nahêlin careke din Heyder Ebadî bibe serokwezîr'
'Sedir û Ebadî ji bo avakirina hikûmetê nêzîkî hev dibin'
Ebadî daxuyaniyek da: Bila her kes encaman qebûl bike
Etîketan:
Partiya Yasa, Nurî Malîkî, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de