09:48 23 Hezîran 2018
Leşker

Artêşê li derveyê sînor operasyon li dar xist: Gelek milîtan hatin kuştin

© AFP 2018 / STRINGER
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê li Sûriyeyê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon li dar xist. Li gor agahiyan di operasyonê de gelek milîtan hatin kuştin.

Li gor zanyariyên berdest, artêşa Iraqê di nava du hefteyên dawî de cara sêyemîn li Sûriyeyê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon li dar xist.

Di daxuyaniya artêşa Iraqê de hat gotin ku hêzên ewlehî li sînorê bajarê Enbarê li çend gund û bajarokên Sûriyeyê operasyon lidar xistine û di operasyonê de gelek milîtan hatine kuştin. Li gor daxuyaniyê milîtanên DAIŞê amadehî dikirin ku ji bo çalekiyan vegerin Iraqê.

Artêşa Iraqê piştî ku DAIŞ li welatê xwe qedand car carinan li Sûriyeyê jî operasyonên leşkerî li dar dixe. Ji ber ku hebûna milîtanên DAIŞê li çola Sûriyeyê tê zanîn û wek grûbên biçûk tevdigerin.

Bi heman mijarî:

Parlamenterên Iraqê hewl didin ku Fuad Mesûm ji peywirê dûr bixin
Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê prosesa piştî hilbijartinê gotûbêj kirin
'Ji ber ku em dijî hebûna DYAyê ya Iraqê ne, em xistin lîsteya terorê'
Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên 1021 navendên dengdanê betal kirin
KENY îro bi rojeva Kurdistan û Iraqê dicive
Serokwezîr Ebadî jî hişyariyek tund da: Destdirêjiya nava Iraqê nekin
Etîketan:
DAIŞ, Artêşa Iraqê, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de