22:09 18 Hezîran 2018
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm

Parlamenterên Iraqê hewl didin ku Fuad Mesûm ji peywirê dûr bixin

© AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm ji bo Dadgeha Federal a Iraqê û Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê nameyek şand û tê de da zanîn ku hewla parlamentoyê ya ji bo betalkirina encamên hilbijartinan ne yasayî ye. Hat ragihandin ku ji ber vê yekê hinek parlamenterên Iraqê hewl didin Mesûm ji peywira wî bidin dûrxistin.

Çavkaniyekî ji Parlamentoya Iraqê ku nexwest nave xwe bide, ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand ku ew ê hewl bidin 165 îmzeyan kom bikin û bi vê yekê serokomar Fuad Mesûm ji peywirê dûr bixin.

Wî çavkaniyê di axaftina xwe de parast ku serokomar Mesûm sixtekariyê diparêze û got, "Ew baş dizane di encamên hilbijartinan de sixtekarî hatiye kirin. Ew çawa ji bo Dadgeha Federal û komisyonê nameyê dişîne û dibêje hewldayîna parlamentoyê ya ji bo lêkolînkirina sixtekariyan ne yasayî û destûrî ye? Ez bi xwe baş dizane ku ew bi rêya parlamentoyê bûye serokomar û ya ku biryarên yasayî derdixîne Parlamentoya Iraqê ye."

Çavkaniyê ji parlamentoyê bal kişand ser ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de yasayek heye ku li gorî wê yasayê parlamento dikare derbarê serokomar de lêpirsînê bike û ev tişt gotin, "Li gorî benda yekem a xala 161ê ya destûra Iraqê parlamento dikare banga wî bike û ji ber ku desthilaitya xwe ji bo armancên şexsî û partiyan bi kar aniye, erka serokomariyê ji wî bigire."

Bi heman mijarî:

'Bila parlaman baweriyê ji Fûad Mesûm bistîne'
Fûad Mesûm: Biryara referandûmê ya Kurdistanê ne di cih de bû
Ti encam ji civîna Mesûm, Ebadî û Cibûrî derneket
Mesûm, Ebadî û Cibûrî ji bo bûdçeya 2018an civînekê li dar dixin
Etîketan:
Serokomarê Iraqê, Fuad Mesûm, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de