03:28 18 Hezîran 2018
Hilbijartina Kurdistanê

NY: Piştî hilbijartinê li Kerkûkê rewş nebaş bû ye

© REUTERS / THAIER AL-SUDANI
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Bertekên li dijî encamên hilbijartina 12ê Gulanê ya li Iraqê berdewamin. Derbarê mijarê de Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Kubis ragihand, "Li Kerkûkê rewş nebaş e, derbarê encamên hilbijartinê de gelek gazinc hene."

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Kubis, daxuyand ku ji bo gazinên derbarê hilbijartinên 12ê Gulanê yên Iraqê de min pêşniyaz li ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê kir ku bi lez bersivên gazincan bên dayin.

'BO JIMARTINA BI DESTAN A DENGAN, CIHÊ HERÎ GIUNCAV KERKÛK E'

Kubis li New Yorkê civîna çapemeniyê lidarxist û di axaftina xwe de got, dema li hin deveran hewcedariya jimartina bi destan a dengan bê xwestin, cihên herî guncav Kerkûk e. Nûnera DYAyê ya NY Nikki Haley jî daxuyan ku Mîsyona Alîkariyê ya NY bi biryare projeyên ku li Iraqê dane destpêkirin bi dawî bikin û kêmasiya projeyan çarser bikin. Haley destnîşan kir ku li Iraqê bo avakirina hikumeta nû jî xebat didomin.

Bi heman mijarî:

Di hilbijartina Iraqê de parlementerên herî zêde deng standine dîyar bûn
Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Ji hilbijartina parlementoya Iraqê dîmenên kurda yên dengdanê
Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
Etîketan:
gazinc, rêje, dengdan, hilbijartin, Jan Kubis, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de