20:28 20 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

Serokomar: Biryara parlamentoyê li dijî Destûra Bingehîn e

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryara parlamentoyê li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye.

Roja duşemê Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Selim Ciburî bi îdîaya ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin civiyabû. Parlamentoyê encamên sindoqên derveyê welat û li bajarên wek Enbar, Selahadîn, Nînova û Diyalayê bi îdîaya ku belgeyên sexte hatine bidestxistin gelek navendan hilbijartin betal kiribû.

Ofîsa Çapemenî ya Serokomariya Iraqê daxuyaniyek weşand û got: "Parlamentoya Iraqê du roj berê biryar da ku qismek encamên hilbijartinê werin betalkirin û qismek jî ji nû de werin jimartin. Li gor qenaeta me ev biryar li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye."

Herwiha Ofîsa Çapemenî ya Serokomariyê di daxuyaniya xwe de ji Lijneya Bilind a Hilibijartinê daxwaz kir ku nêrîna xwe derbarê biryara parlamentoyê de eşkere bike.

Bi heman mijarî:

'Bexda û Hewlêr li hev nakin, Iraq rojane dahata 550 hezar bermîl petrol ji dest dide'
Iraq dihesibîne ku rêkeftina Rosneftê ya bi Herêma Kurdistanê re derqanûnîye
Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne
Mikurhatina Amerîkayê ya Iraq û Sûriyê: 883 sivîl hatin kuştin
Etîketan:
Serokomarê Iraqê, Fûad Mesûm, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de