09:10 18 Hezîran 2018
Li Hewîceyê milîşeyên Heşda Şebî û leşkerên Iraqê

'Ji ber ku em dijî hebûna DYAyê ya Iraqê ne, em xistin lîsteya terorê'

© REUTERS /
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Kongreya Amerîkayê sê komên girêdayî milîsên Heşda Şeibî, xist lîsteya terorê. Fermandarê Heşda Şeibî Kenan Tuzlu ji Sputnikê re axivî û bertek nîşanî biryara DYAyê da ku Heşda Şeibî bi terorîzmê ve sûcdar dike, "Ev biryar ji ber ku Heşda Şeibî DYAyê li axa Iraqê naxwaze derket."

Hikmet Durgun

Li gorî haydariyên ku hatin bidestxistin 3 komên çekdar ên girêdayê Heşda Şeibî ji bo di lîsteya terorê de cih bigirin û pêşkeşî Kongreya Amerîkayê hat kirin de, cih girtin. Herwiha ev lîste ji aliyê Kongreyê ve hat erêkirin û ji bo senatoyê hat şandin. Fermandarê Heşda Şeibî Kenan Tuzlu bertek nîşanê vê biryara Amerîkayê da û diyar kir, ji ber ku Heşda Şeibî Amerîkayê li Iraqê naxwaze, biryarek wiha derket.

Komên di lîsteyê de cih digrin wek 'rêxistinên terorê' tên bi navkirin. Komên ku di lîsteyê de cih girtin û girêdayî Heşda Şeibî ne 'Esayîb Ehl El-Heq, Tevgera Nuceba û Hîzbûllahên Iraqê', li dijî DAIŞê têkoşiyabûn û gef li DYAyê xwaribûn ku axa Iraqê divê biterîkîne ya na dê bibe hedefa wan.

'ARMANCA LÎSTEYA NÛ YA TERORÊ CUDAYE'

Herwiha fermandarê Heşda Şeibî Kenan Tuzlu ji Sputnikê re axivî û derbarê biryara Kongreya DYAyê de got ku Amerîka herdem bi Heşda Şeibî re têdikoşe û terorîzmê ve sûcdar dike, ji ber ku Heşda Şeibî, DYAyê li axa Iraqê naxwaze: "Armanca lîsteya nû cudaye, Amerîka naxwaze lîderê Heşda Şeibî Hadî El Amirî û Nûrî Malikî bibin serokwezîr. Em dixwazin DYAyê ji Iraqê derkeve, gelê Iraqê jî Amerîkayê naxwaze."

Bi heman mijarî:

Amerîka: Fermandarê Heşda Şebî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e
'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'
Hêzeke Kurdî wê li Duz Xurmatû cihê Heşda şebî bigire
Etîketan:
lîsteya terorê, têkoşîn, rêxistin, teror, Sputnik, Kenan Tuzlu, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de