22:11 18 Hezîran 2018
Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên 1021 navendên dengdanê betal kirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku encamên 1021 navendên dengdanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê yên parlamentoya Iraqê betal kirine.

Li gorî biryara komisyonê ku Sputnik Kurdistanê wêneyekî wê bi dest xistiye, li Herêma Kurdistanê encamên 405 navendên dengdanê betal kirine ku 80ê ji wan li Hewlêrê, 96 li Silêmaniyê ne, li Duhokê 224 û li Kerkûkê jî 186 in.

Herwiha li gorî wê wêneyî, encamên hilbijartinan li hinek navendên derveyî Herêma Kurdistan û Iraqê jî hatine betalkirin ku wiha ne: li Almanyayê 10, li Urdunê 11, li Amerîkayê 31, li Swêdê 2, li Brîtanyayê 1 û li Tirkiyeyê jî 1 e.

Li parêzgehên Iraqê jî rewş wiha ne; li parêgzhea Diyalayê 2, li ya Selahedînê 36, li Nerynewayê 179 in.

Daxuyanî diyar dike ku komiyon lijneyeke taybet ji komîseran pêk bîne da ku kesên bûne berpirsyarên betalkirina encaman bên sizadan.

Bi heman mijarî:

Hikûmeta Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina Pûtîn û Barzanî daxuyanî da
Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir
Bi wêneyan dengdana taybet ya li Herêma Kurdistanê
Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
Li Kurdistanê partiyên siyasî ji encamên hilbijartinan bi guman in
Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da
Etîketan:
Suhok, brîtanya, Selahedîn, Urdun, Diyala, Silêmanî, Swêd, Amerîka, Almanya, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de