04:11 22 Hezîran 2018
Heyder Ebadî

Serokwezîr Ebadî jî hişyariyek tund da: Destdirêjiya nava Iraqê nekin

© REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî welatên cîran ji bo destdirêjiya nava Iraqê hişyar kirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Em di meseleya mudaxeleya welatên cîran de metirsîdar in. Em spasiya welatên cîran dikin ku di her mijarê de alîkariya me kirin. Iraqî xwe bixwe dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tiştekî xwezayiye ku berjewendiya welatên cîran di Iraqê de hebin. Em jî li berjewendiya welatê xwe difikirin û naxwazin welatên cîran mudaxeleya navxweyî ya Iraqê bikin."

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr jî Îran û Amerîka hişyar kiribû ku destdirêjiya nava Iraqê nekin.

Bi heman mijarî:

'Ebadî niyet dike ku firqeyeke kurdî li Kerkûkê damezirîne'
Ebadî: Bi Sedir re ji bo avakirina hikûmetê me bi awayekî fikrî li hev kir
‘Em nahêlin careke din Heyder Ebadî bibe serokwezîr'
'Sedir û Ebadî ji bo avakirina hikûmetê nêzîkî hev dibin'
Ebadî daxuyaniyek da: Bila her kes encaman qebûl bike
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de