04:14 22 Hezîran 2018
DAIŞ

DAIŞ li Iraqê du hemwelatiyên Siwêdê kuştin

© AP Photo / albaraka_news, File
Iraq
Lînkê kurt
0 01

DAIŞ li Iraqê li ser rêya Bexdayê du hemwelatiyên Siwêdê ku bi eslê xwe ji Iraqê bûn revandin û ji ber ku şiî bûne kuştine.

Hat ragihandin ku DAIŞ du hemwelatiyên Siwêdê ku ji bo hecê wê biçûna Necefê li ser riya Bexdayê desteser kirin. Ap û biraziyên ku bi eslê xwe ji Iraqê bûn, piştê hatin revandin ji aliyê endamên DAIŞê ve hatinê kuştin.

Herdu kes beriya 5 heyvan ji bo wezîfeya hecê ji Siwêdê çûbûn Necefê, li vegerê li ser rêya Bexdayê hatibûn revandin. DAIŞ çend heyv piştê revandinê ji ber ku şiî bûne ap û birazî bi guleyan kuştine. DAIŞ dîmenên kuştina ap û birazî li ser malperên xwe parvekirin.

Bi heman mijarî:

'Di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şerekî giran rû dide'
‘Artêşa Sûriyê di warê tehliyekirinan de bi DAIŞ û el Nûsrayê re li hev kir'
Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
Etîketan:
kuştin, daiş, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de