10:00 19 Hezîran 2018
Mûsil - DAIŞ

4 hemwelatiyên tirk bi hinceta endamtiya DAIŞê, hatin bidarvekirin

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Di meha Adarê de li Iraqê 4 jinên hemwelatiyên Tirkiyeyê bi hinceta endamtiya DAIŞê hatibûn darizandin û bi cezayê bidarvekirinê ve hatibûn cezakirin. Herwiha hat ragihandin ku hefteya borî her çar jin hatine bidarvekirin.

Hikmet Durgun

Di meha Adarê de 4 jinên hemwelatiyên Tirkiyeyê bi hinceta endamtiya DAIŞê ve Ruveyda D. (25), Kubra E. (22), Ipek O. (24) û Şukriye Ç. (20) li Iraqê bi cezayê bidarvekirinê ve hatibûn darizandin. Di çarçoveya bicihanîna cezayê, her çar jinên hemwelatiyên tirk, hefteya borî hatin bidarvekirin.

Jinên ku bi cezayê bidarvekirinê ve hatin cezakirin li bajarê Telafer û Mûsilê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn desteserkirin û di meha adarê de li Dadgeha Tekoşîna Dijî Terorê ya Iraqê ve hatibûn darizandin. Hat ragihandin ku hevserên her çar jinan jî hemwelatiyên tirk in û endamên DAIŞê ne û tê payin di pevçûnên li Telefer û Mûsilê yên bi artêşa Iraqê re hin ji wan hatine kuştin.

Malbatên jinên ku hatin bidarvekirin serî li Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê dan ku cenezeyan werbigrin, wezaretê jî bo wergirtina cenazeyan dest bi xebatan kir.

Bi heman mijarî:

'Di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şerekî giran rû dide'
‘Artêşa Sûriyê di warê tehliyekirinan de bi DAIŞ û el Nûsrayê re li hev kir'
Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
‘DAIŞ amadehiya dagirkirina Mûsilê dikê'
Etîketan:
daîş, darizandin, pevçûn, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de