01:23 20 Hezîran 2018
DAIŞ

DAIŞê êrîşê ser hêzên Iraqê kir

© AP Photo / albaraka_news, File
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku endamên DAIŞê serê sibeha îro li Neynowayê êrîş birin ser hêzên ewlekarî û leşkerî yên Iraqê lê hêzên Iraqê ew êrîşên DAIŞê têk şikandin.

Li gorî ragihandina K24ê çavkaniyekî ji fermandariya hêzên Iraqê ya operasyona Neynowayê diyar kir ku endamên rêxistina terorîst a DAIŞê serê sibeha îro êrîş birine ser hêzên ewlekarî û leşkerî yên Iraqê lê ew êrîş ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine têkşikandin.

Wî çavkanî got, "Endamên DAIŞê li du cihan li dijî hêzên ewlekarî û leşkerî yên Iraqê dest bi êrîşan kir, ku yek ji wan li gundê Ebû Selîbî yê başûrê Mûsilê bû, êrîşa din jî li ser rêya Bexda-Mûsilê hat kirin lê ew herdu êrîş jî hatin têkşikandin."

Hat gotin ku di bersivdayîna van êrîşên DAIŞê de hêzên Iraqê û endamên Heşda Şeibî bi hevdu re cih girtine. Li ser ziyan û zirara di encama êrîşê de ti agahî nehatin bidestxistin.

Bi heman mijarî:

'Di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şerekî giran rû dide'
‘Artêşa Sûriyê di warê tehliyekirinan de bi DAIŞ û el Nûsrayê re li hev kir'
Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
Pûtîn: DAIŞ li Sûriyeyê hat têkbirin, lê hê jî xwedî potansiyel e
Etîketan:
êrîş, Fermandariya Hêzên Iraqê ya Operasyona Mûsilê, DAIŞ, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de