00:59 20 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

Şanda PDKê serdana Balyozxaneya Îranê kir

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Şandeke payebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li Bexdayê çû serdana Balyozxaneya Îranê ya li Iraqê. Di dem serdanê de mijara sereke avakirina hikumeta nû ya Iraqê bû.

Li gorî agahiyên li ser çapemeniya Herêma Kurdistanê şandeke payebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro di bin serokatiya Sekreterê Meketba Siyasî yê PDKê Fazil Mîranî de li bajarê Bexdayê yê paytexta Iraqê de çû serdana Balyozxaneya Îranê ya li Iraqê.

Şandê di dema serdana xwe ya li Bexdayê de ligel Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescîdî civiya û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn.

Fazil Mîranî di civînê de ragihand ku ew Komara Îslamî ya Îranê li wekî welatekî dost û bi bandor dibînin û got, "Em kêfxweş in ku xalên hevpar ên di navbera me de gelek in. Herdu alî jî gihîştin wê baweriyê ku divê em navberê nedinê û danûstandinên xwe bidomînin.Çi li vir, li Hewlêr, çi jî li dereke din, diivê em karibin biryareke serkeftî bidin û ji bo Iraq, Herêma Kurdistanê û aşitiya li vê herêmê zêdetir xizmetê bikin."

Bi heman mijarî:

PDK û YNK bi Fuad Mehsûm re civiyan: Divê posta serokomariyê ji kurdan re be
Gelo PDK û YNKê li hev kiriye?
PDK ji bo hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike
PDK: Bi zanebûn nehîştin em li Mûsilê bibin partiya yekem
Serokê şanda PDKê: Posta serokomariyê mijara dawîn a danûstandinê ye
Etîketan:
hevdîtin, serdan, Balyozê Îranê yê li Bexdayê, Sekreterê Mekteba Siyasî ya PDKê, Îrec Mescîdî, Fazil Mîranî, Bexda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de