04:13 22 Hezîran 2018
Qasim Silêmanî

Rojnameya El Heyat: Qasim Silêmanî hewl dide bê Sedr hikûmetê ava bike

© AFP 2018 / ISNA/MEHDI GHASEMI
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî hewl dide ku beyî Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.

Li gor rojnameya El Heyat ku navenda wê li Londonê ye di nûçeya xwe ku dispêre çavkaniyekî de ragihand ku Fermandarê Hêza Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî ji bo Serokê Tevgera Sedr û Lîsteya Saîrun derveyê hikûmeta nû bihêle bi Serokê Partiya Dava ya Nurî Malikî û Serokê Lîsteya Fethê Hadî Amirî re hevdîtinek pêk anî.

Li gor çavkanî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hewl da ku bi Muqteda Sedr re hevdîtinekê pêk bîne, lê Sedr ne erênî û ne jî neyînî bersiv neda. Sedr naxwaze div ê pêvajoyê de Amerîkayê de bi hêrs bike. Çimkî Sedr 2016an de dema fermana dagirkirina parlamentoyê da nehiştibû nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê bibin.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku Sedr plan dike bi Heyder Ebadî re grûbeke mezin ava bike bi yên mayîn re jî li gor protokolê hevdîtin pêk anî.

Bi heman mijarî:

Kurdistanî li Hewlêr, Silemanî û Helebçeyê daketin kolanan
Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
Sedr: Hikûmeta nû ne ereb û ne jî wê kurd be
Muqteda Sedr: Piştî hilbijartinê em ê wî bikujin
Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
Etîketan:
Hikûmeta nû ya Bexdayê, Qasim Silemanî, Muqteda Sedr, Iraq, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de