09:07 18 Hezîran 2018
Muqteda Sedr

Sedr: Hikûmeta nû ne ereb û ne jî wê kurd be

© AFP 2018 / Haidar HAMDANI
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Partiya yekem a hilbijartina Iraqê Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di axaftina xwe de ragihand ku xebatên avakirina hikûmetê bi dawî bûn.

Partiya yekem a hilbijartina Iraqê Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di axaftina xwe de ragihand ku xebatên avakirina hikûmetê bi dawî bûn û herî dawî ji bo nêrînê ji rêberê olî yê şiî Elî Sîstanî wergire de serdana Necefê bike.

Muqteda Sedr di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de peyamek parve kir û got: "Hikûmeta nû ne şiî, ne sunî, ne ereb, ne kurd û ne jî wê nîjad û mezhebî be. Wê hikûmeteke bihêz û iraqî be. Ligel vê pêwistî bi muxalefeteke siyasî û aştiyane jî heye."

Sedr di berdewamiya peyama xwe de got: "Em ê li Necefê nêrîna reberê olî Elî Sîstanî, serokên eşîretan û xelkê wergirin û paşî hikûmeta ku bikaribe ceza bide gendelkaran ava bikin."

Tevgera Sedr di hilbijartina 12ê Gulanê de bi navê Koalîsyona Saîrun tevlî hilbijartina bibû û di hilbijartinê de bibû yekemîn û ji 329 kursiyan 54 kursî bi dest xistibûn.

Bi heman mijarî:

Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
Tevgera Sedr: Serokwezîrî jî were dayîn em bi Malikî re koalîsyonê nakin
Muqteda Sedr: Piştî hilbijartinê em ê wî bikujin
Sedr: Hikûmeta Malikî kir ku kurd daxwaza serxwebûnê bikin
Etîketan:
Hikûmeta nû ya Iraqê, Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de