19:02 23 Hezîran 2018
Bexda

Êrişa xwekujî paytext hejand: 8 kuştî û 11 birîndar

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku şevê din Bexdaya paytextê Iraqê bi êrişêke xwekujî hejiya, di encama êrişê de 8 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, şevê din seet 02:00an li herêma Şule ya Bexdaya paytextê Iraqê teqîneke bihêz pek hat. Li gor agahiyên destpêkê di teqînê de 8 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û 11 welatî jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Bexdayê di daxuyaniya xwe ya derbarê teqînê de ragihand ku teqîn li qada parkê ya Saklawiye ya herêma Şuleyê pêk hat û êrişeke xwekujî bû.

Li gor daxuyaniya polîsê Bexdayê hêzên ewlehî cihê bûyerê dorpêç kirin û derheqê teqînê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Nûnerê YNKê li Bexdayê bi Sadr re hevdîtin pêk anî
Piştî PDKê heyeta YNKê jî ji bo hevdîtinan diçe Bexdayê
Endamê şandeya PDKê behsa bername û armanca serdana xwe ya Bexdayê kir
PDK ji bo hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike
Sedema çûna Qasim Silêmanî ya Bexdayê zelal bû
Cîgirê Sedam Huseyn li dijî Bexdayê şer ragihand
Etîketan:
Li Bexdayê teqîn, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de