00:47 20 Hezîran 2018
Milîtanên DAIŞê

DAIŞê di reşê de êrîşî gundê ereban kir: Kuştî û birîndar hene

© AP Photo /
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Milîtanên DAIŞê bi şev li Iraqê êrîşek birin ser gundekî bajarokê Şêx Baba yê devera Germiyanê û li gor agahiyên destpêkê di encama şerê rû da de, 3 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan DAIŞîyan êrîş biriye ser gundê Silêman Wehab ê girêdayî bajarokê Şêx Baba yê erebên sunî lê dimînin.

Rêveberê Asayîşa Navçeya Kokîsê Simko Elî ji televizyona Rûdawê re ragihandiye ku êrîşa DAIŞê 22:00yê şeva 23yê Gulanê li gundê Silêman Wehab ê bajarokê Şêx Baba ku bi ser navçeya Gulale ve ye pêk hatiye.

‘3 KES HATINE KUŞTIN, KESEK JÎ BIRÎNDAR E'

Li gor zanyariyên Rêveberê Asayîşa Navçeya Kokîsê Simko Elî heta dereng şer û pevçûn berdewam kirine û li gorî zanyariyên gihiştine destê wan 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar e.

Bi heman mijarî:

Serokê Saadetê bersiva ‘Pirsa Kurd’ da: Perwerdeya zimanê dayikê heq e
Wê çopçiyek li Kupaya Cîhanê ya 2018an hakemtiyê bike
PDK û YNK bi Fuad Mehsûm re civiyan: Divê posta serokomariyê ji kurdan re be
Prensê Siûdî wê ji berîka xwe deynê hemû tîmên futbolê bide
Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin
Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Fransa: Dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime
Etîketan:
DAIŞ, Êrîş, Germiyan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de