01:25 18 Hezîran 2018
Şanda YNKê ligel Nûrî El Malikî civiya

Berpirsê YNKê: Amerîka û Îran naxwazin namzedekî ji Tevgera Sedrê bibe serokwezîr

© Sputnik / Osman Başqali
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Endamê serkirdayetiya YNKê û berpirsê navenda lêkolînên stratejîk a li Herêma Kurdistanê Ferîd Eseserd diyar kir ku şandeke YNKê serdana Bexdayê kiriye û dê li wir ligel şandeke din dest bi hevdîtinan bikin. Eseserd anî ziman ku ev hevdîtin jib o avakirina fraksiyona herî mezin a parlamentoyê tên kirin.

Îro şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana Bexdayê kir û biryar e ku ligel aliyên şiî û sune bicivin. Endamê serkirdayetiya YNKê û berpirsê navenda lêkolînên stratejîk a li Herêma Kurdistanê Ferîd Eseserd li ser armanca serdanê ya şanda YNKê ya ji bo Bexdayê ji bo Sputnîk Kurdistanê axivî û got, "Rast e, şandeke YNKê serdana Bexdayê kiriye û li wir wê dest bi gotûbêjên xwe yên ligel aliyên lraqê bike. Armanca vê serdanê ne bo avakirina hikumeta lraqê ye, ji bo avakirina firaksyona herî mezin a parlamentoyê ye, ku bikaribe hikumetê ava bike û herwisa şanda YNKê xwest bizanibe ku dê fraksiyona mezin de cih bigire yan na."

‘NIHA 3 PIRSGIRÊK LI HOLÊ HENE'

Endamê serkirdatiya YNKê Eseserd di axaftina xwe de li ser bername û daxwazên YNKê yên ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê ev tişt gotin, "Niha 3 pirsgrêk li holê hene. Yek, çawaniya avakirinê ya hikumetê ye; dudu, çawaniya dabeşkirinê ya postên wezaretên hikumetê ye û ya sêyan jî bernameya hikumeta nû ye. Eger partiyên kurdî biryar bigirin ku beşdarî fraksiyona mezin bibin, pêwîst vê carê behsa van her sê pirsgrêkan were kirin û paşê jî ligel wî kesê ku dê bibe serokwezîr, van pirsan bixine nava bernameya hikumetê, da ku werin bicihanîn."

'ERKA SEROKOMARIYÊ MAFÊ PARTIYÊN KURDAN E'

Ferîd Eseserd ji bo dabeşkirina her sê erkên sereke yên wekî serokomarî, serokwezîrî û serokê parlamenteriyê jî derbirî ku partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jib o gotûbêjkiirna van pirsgirêkan diçin Bexdayê û got, "Şanda YNKê ji 2 beşan pêk tê. Beşek ji berpirsên Herêma Kurdistanê pêk hatiye, beşa din jî ji berpirsên YNKê yên li Bxdayê pêk hatiye."

Alayên Kurdistanê û partiyên siyasî yên kurdan
© Sputnik / Osman Başqalî
'JI BO SEROKWEZÎRIYÊ DERFETA EBADÎ ZÊDETIR E'

Eseserd derbirî ku erka serokomariyê mafê aliyên kurdan e û anî ziman ku ew hêvî dikin vê carê aliyên din rê li ber negirin û ev erk jib o YNKê were dayîn. Berpirsê YNKê ev tişt gotin, "Ti astengî li pêş kesekî tune ye ku nebe serokwezîr lê bi baweriya min her Heyder Ebadî wê bibe serokwezîr. Ji ber ku Amerîka piştgiriya wî dike û Îranê jî li ber nabe asteng ku bibe serokwezîr. Derfeta wî ji hemû kesekî din baştir e. Bi gotineke din Ebadî ne namzetê Amerîka û ne yê Iranê ye, lê di nav listeyên din de hin kes hene ku an Amerîka piştgîrya wan dike, an jî Îran. Her du welat, Amerîka û Îran naxwazin namzedekî ji lîsteya Muqteda El Sedr bibe serokwezîr û her du jî wê rê li ber bigirin. Îcar ez bawer dikim erka serokwezîriyê vê carê jî dê ji bo Ebadî be."

Bi heman mijarî:

Nûnerê YNKê li Bexdayê bi Sadr re hevdîtin pêk anî
Gelo PDK û YNKê li hev kiriye?
Piştî PDKê heyeta YNKê jî ji bo hevdîtinan diçe Bexdayê
Sekreterê Encûmena YNKê koça dawî kir
PDK ji bo hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike
Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin
Etîketan:
Endamê Serkirdayetiya YNKê, Ferîd Eseserd, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de