03:28 18 Hezîran 2018
Hoşyar Zebarî

Partiya Dawayê ya Nûrî El Malikî: Hişyar Zêbarî dikare bibe namzedê serokomariyê

© AP Photo / Hadi Mizban
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku rêveberekî Partiya Dawayê ya Îslamî ya ku serokê wê Nûrî Malikî ye, got, ew wekî partî ne li dijî serokomariya Hişyar Zêbarî ne.

Li gorî nûçeyeke Basnewsê piştî ku hat îdiakirin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo erka serokomariyê ya Iraqê dê Hişyar Zêbarî wekî namzed nîşan bidin, rêveberê Partiya Dawayê ya Îslamî Casim Mihemed Cefer got, ‘'Di her qonaxekê de mirov û kesên derdikevin pêş hene. Eger ji bo erka serokomariyê ya Iraqê rêkeftina siyasî li ser Hişyar Zêbarî çêbibe, em ê li dijî nesekinin."

Cefer di axaftina xwe de namzediya serokomariyê ya Zêbarî behsa pêwîstiya du xalan kir û got, "Eger ew her du xal pêk werin, ew li dijî nabin. Xala yekem rêkeftina nav kurdan bi xwe ye, ku divê ji bo erka serokkomariyê ya Iraqê kurd li hevdu bikin û hêzên kurd navê namzedê xwe yê serokomar pêşneyar bikin.''

Mihemed ji bo xala duyem jî anî ziman ku divê danûstandinên wan ligel aliyên li Bexdayê hebin û ji bo eşkerekirina her sê serokatiyan divê rêkeftin û lihevkirina siyasî di navbera wan de pêk were.

Bi heman mijarî:

PDK ji bo hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike
Lêpariya kursiyên Parlamentoya Iraqê
Partiyeke nêzîkî PKKê jî bi kursiyekê ket Parlamentoya Iraqê
Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin
'Di avakirina hikûmeta Iraqê ya nû de, parastina berjewendiyên hinek welatan giring in'
Etîketan:
Partiya Dawayê ya Îslamî, Hoşyar Zebarî, Casim Mihemed Cefer, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de