01:26 18 Hezîran 2018
Hêzên Iraqê li Kerkûkê

Milîtanên DAIŞê bi ser Kerkûkê de girtin: Muxtarek kuştin

© REUTERS / Stringer
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li bakur rojavayê Kerkûkê bi ser gundekî de girtin û bi behaneya alîkariya hêzên ewlehî dikir muxtar kuştin.

Kerkûk navend
© Sputnik / Ekrem Altun
Li gor zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din bi ser gundê Kenaen ê girêdayî navçeya Riyadê ku dikeve bakur rojavayê Kerkûkê de girtin.

Milîtanên terorîst bi ser mala muxtarê gund Mahcup Ehmed de girt û bi behaneya ku alikariya hêzên ewkehî yên Iraqê dike ew di mal de kuştin.

Li gor çavkaniyên herêmî, derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkiri û hê jî cenazeyê muxtar Mahcup Ehmed nehatiye dîtin. Hêjayî gotinê ye ku piştî vekişandina hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê êrişên rêxistina terorîst a ser gund û navçeyên wê zêdetir bûn.

Bi heman mijarî:

Erîşa li Grozniyê hatibû kirin DAIŞê hilda ser xwe
‘Îdiayên derbarê muzakere di navbera DAIŞê û Şamê de tên kirin ne rast in'
'Propagandîstê sereke yê DAIŞê li Sûriyeyê hat kuştin'
DAIŞê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018a gefa mirinê li Messi û Ronaldo xwar
Moşekvanê DAIŞê li Tirkiyeyê hat girtin
Îranê cezayê îdamê da 8 endamên DAIŞê
Etîketan:
DAIŞ, Iraq, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de