13:33 23 Hezîran 2018
Muqteda El Sedr

Muqteda es Sedir: Divê hikûmeta nû pirsgireka li gel kurdan çareser bike

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Tevgera Sedir, Muqteda es Sedir piştî civîna li gel şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê got diyar kir ku divê hikûmeta nû pirsgirêkên li gel kurdan çareser bike.

Şandeke payebilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di bin serokatiya sekreterê partiyê Fazil Mîranî serdana Bexdayê kiriye.

Di çarçoveya hevdîtin û civînên xwe de, şanda PDKê îro piştî nîvro li Bexdayê li gel Tevgera Sedr û rêberê tevgerê Muqteda es Sedir hevdîtinek pêk anî.

Rayedarên PDKê ragihandin ku şanda wê partiyê ji bo civîna li gel aliyên serkevtî yên di hilbijartinên 12ê Gulanê de û herwiha ji bo guftûgoyên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê kirine.

Bi heman mijarî:

Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
Tevgera Sedr: Serokwezîrî jî were dayîn em bi Malikî re koalîsyonê nakin
Muqteda Sedr: Piştî hilbijartinê em ê wî bikujin
Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
Tevgera El Sedr a Iraqî hêza xwe ya çekdarî hildiweşîne
Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
Etîketan:
pirsgirek, kurd, Muqteda el Sadr, Fazil Mîranî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de