06:58 22 Hezîran 2018
Kurd- hilbijartin

Kurd erkê serokomariyê didin erebên sunî

© AFP 2018 / Delil souleiman
Iraq
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku li Iraqê di navbera kurd û ereban de hevdîtinên bihevguherandina meqamê serokomarî û serokatiya parlamentoyê têne kirin.

Parlamenterê Koalîsyona Wetaniye ku Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Elawî serokatiya wê dike Întîsar Cuburî di axaftina xwe de got: "Kurd û ereb ji bo meqamên serokomarî û serokatiya parlamentoyê bi hev biguherînin hevdîtinan pêk tînin û di hinek xalan de li hev kirine."

Întîsar Cuburî di berdewamiya axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Aktoren herêmî û navneteweyî jî piştgiriyê didin peymanê. Ti îtîraza şiîyan ji bo vê tuneye."

Cuburî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger sunî derbasî meqamê serokomariyê bibin dê wê hesta wan a dijayetiyê pûçbike. Namzedên me yên ji bo serokomariyê Îyad Elawî û Hamîs Hancer in. Hinek navên din jî dibin. Hevdîtina navbera kurd û ereban berî hilbijartina 12ê Gulanê dest pê kir."

Li gor Destûra Bingehîn a Iraqê ku di sala 2005an de hat qebûlkirin, erkê serokomariyê bo kurdan, serokwezîrtî bo şiiyan û serokatiya parlamentoyê jî bo erebên sunî hat dayîn.

Bi heman mijarî:

Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne
Mikurhatina Amerîkayê ya Iraq û Sûriyê: 883 sivîl hatin kuştin
Wezîrê berê: Tirkiye Îran, Iraq û kurd bi êrişa li dijî Sûriyeyê re eleqedar dibin
Ebdulla: Tirkiyeyê heta niha ti bersivek nedaye Iraq û Kurdistanê
Berwarî: Bila Iraq Xweseriya Demokratîk a Şingalê nas bike
Etîketan:
Serokatiya Parlamentoyê, Serokariya Iraqê, Îyad Elawî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de