03:13 18 Hezîran 2018
hilbijartin- Iraq

Encamên 103 navendên hilbijartinê hatin betalkirin

© Sputnik / Osman Başqali
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê piştî îtîrazan li Iraq û Kurdistanê 103 navendan encamên hilbijartinê betal kirin.

Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê ji bo encamên hilbijartina 12ê Gulanê daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniyê hezar û 436 îtîraz hatin kirin û encamên 103 navendên hilbijartinê yên li Kurdistan û Iraqê hatin betalkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo encamên hilbijartin ên welat û derveyê welat hezar û 436 îtîraz hatin kirin. Piştî lêkolînan 33 ji wan cidî hatin girtin û serlêdana wan hat qebûlkirin. Bexda, Enbar, Selahadîn, Hewlêr û Mûsil jî di nav de li 103 navendan encamên hilbijartinê hatin betalkirin. Mafê aliyên siyasî ku îtîrazê bibin temyîzê heye.

Piştî hşilibjartina 12ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê 6 partiyên Kurdistanê bi îdîaya ku di hilbijartinan de ‘sextekarî' hatiye kirin îtîraza encaman kiribû.

Bi heman mijarî:

Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Di hilbijartina Iraqê de parlementerên herî zêde deng standine dîyar bûn
Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
Ehmed Pîre: Em ji hilbijartina Kurdistanê re amade ne
Serokwezîrê berê: Li Iraqê piştî hilbijartina dê şerê navxweyî derkeve
Etîketan:
Li 103 navendan encamê hilbijartinê hatin betalkirin, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de