20:31 20 Hezîran 2018
Iraq- Hilbijartin- Ebadî

Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokên her du lîsteyên di hilbijartinên Iraqê de bûne yekemîn û duyemîn Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li Bexdayê hatin ba hev.

Mike Pompeo
© AP Photo / Manuel Balce Ceneta
Di civînê de Sedir û Amirî li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê rawestiyan û her du alî gihîştin wê baweriyê ku hikûmeteke berfireh a Iraqê were pêkanîn.

Nivîsgeha Muqteda Sedir derbarê civînê de da xuyakirin, di civînê de pêşhateyên proseya siyasî û encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatine gutûbêjkirin û hat gotin, Sedir û Amirî ragihandine ku divê hikûmeta nû ya Iraqê bilez were avakirin daku bikaribin xizmetan pêkêşî gelê Iraqê bikin.

Lîsteya Sedir a Sarîûn di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Iraqê de bi 54 kursiyan bûbû yekemîn û lîsteya Hevpeyamaniya Fetih jî bi 47 kursiyên parlamentoyê ketibû rêza duyemîn.

Bi heman mijarî:

Rûhanî bertek nîşanî Pompeoyî da: Tu kî yî ku...
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşa çekdarî
Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Peskov: Bi kulîlkan pêşwazîkirina jinan kevneşopiyeke me ye
Jinek çawa dikeve ber tekerên trênê
Barzanî: Pêwist e hemû aliyên kurdistanî li Bexdayê helwesteke hevpar nîşan bidin
Partiyeke nêzîkî PKKê jî bi kursiyekê ket Parlamentoya Iraqê
Etîketan:
Hilbijartin, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de