23:03 21 Hezîran 2018
Qad-Fitbol

Piştî 28 salan dê tûrnûvaya fitbolê bê lidarxistin

© AFP 2018 / Mohammed SAWAF
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Iraq di meha mijdarê de li bajarê Basraya Başûr wê ji şampiyontiya Federasyona Asyaya Rojava re xwedîmaltiyê bike. Piştî 1990î tûrnûwa wê bibe organîzasyona fitbolê ya navneteweyî ku cara ewil li Iraqê tê lidarxistin.

FIFAyê roja şemiyê ji rayedarên iraqî re nameya organîzasyona fitbolê ya navneteweyî ya şampiyontiya Federasyona Asyaya Rojava şand û ji aliyê rayedaran ve hat qebûlkirin.

Berdevkê Federasyona Fitbola Iraqê Kamel Zaghir ji AFPê re axivî û got,"Tûrnûya ku dê di navbera 12 welatên erebî de bên lidarxistin wê Iraq xwedîmaltiyê jê re bike. Welatê me bo lidarxistina musabakayên mezin ên fitbolê amadeye."

Iraq piştî şerê 1990î yê bi Kuweytê re heta niha li mala xwe di musabakayên navneteweyî de cih negirt. Qedexeya li ser pêşbirkên hundir piştî dagirkeriya 2003an a DYAyê jî nehat guhertin.

Bi heman mijarî:

Andres Iniesta cara dawî formeyê Barcelonayê li xwe kir
Iniesta bi hêsiran ji Barcelonayê xatir xwest
Etîketan:
tûrnûwa, organîzasyon, fitbol, Kamel Zaghir, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de