09:56 19 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

‘Em nahêlin careke din Heyder Ebadî bibe serokwezîr'

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
0 01

Yek ji serokê Partiya Dawa Îslamî ya Iraqê Ebdulhadî Sadawî di axaftina xwe de ragihand ku partiyên ku grûbên wan li parlamentoyê hene naxwazin Heyder Ebadî careke din bibe serowezîr.

Muqteda Sedr û Heyder Ebadî
© REUTERS / Irak Başbakanlık Ofisi
Ebdulhadî Sadawî di axaftina xwe ya Al Ghad Pressê de got: "Piraniya grûbên parlamentoyê naxwazin Heyder Ebadî careke din li ser qoltuxê serokwezîrtiyê rûne û me jî hê navek pêşniyar nekiriye. Serokê Partiya Dawa Nûrî Malikî û qadroyên partiyê jî naxwazin Ebadî careke din bibe serokwezîr."

Li gor îdîayan, Koalîsyona Saîrun ku Muqteda Sedr peşengiya wê dike di hevdîtina xwe ya ligel Ebadî de bi şertê ku ji Partiya Dawa îstîfa bike dikare ji bo serokwezîrtiyê piştgiriyê bide.

Berdevkê Koalîsyona Nasrê Huseyn Adil jî li ser îdîayê got: "Di hevdîtina Ebadî û Sedr de tu şertek nehat axaftin û Ebadî jî jipartiya xwe îstîfa nake."

Bi heman mijarî:

'Sedir û Ebadî ji bo avakirina hikûmetê nêzîkî hev dibin'
Ebadî daxuyaniyek da: Bila her kes encaman qebûl bike
Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin
‘Ebadî xwediyê planên birçîhiştin ê li hemberî kurdan e'
Ebadî: Balafirên me li Sûriyeyê li DAIŞê xist
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraqê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de