09:49 23 Hezîran 2018
Muqteda Sedr û Heyder Ebadî

Li Iraqê hikûmeta nû di nava 72 seetan de ava dibe

© REUTERS / Irak Başbakanlık Ofisi
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Koalîsyona Hikmeta Netewî ya Emmar el Hekîm piştgirî dida Muhammed Cemil Meyyahî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 72 seetan wê hikûmeta nû ava bibe.

Di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Iraqê de Koalîsyona Saîrun ku Muqteda Sedr piştgirî dida yekemîn, Koalîsyona el Feth ku Heşda Şeibî piştgirî dida duyemîn, Koalîsyona Nasr ku Heyder Ebadî serokatiya wê dikir sêyemîn û Koalîsyona Hikmeta Neteweyî ku Emmar el Hekîm dikir jî bibû çaremîn.

Muhammed Cemil Meyyahî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di nava 72 seetan de her çar koalîsyon ku ji Saîrun, Feth, Hikmeta Netewî û Nasr pêk tê wê hikûmeteke nû ava bibe."

Herwiha şevê din Muqteda Sedr ji Necefê çû Bexdayê û li Qesra Serokwezîrtiyê bi Heyder Ebadî û Serokê Koalîsyona Fethê Hadî Amirî île hevdîtinek pêk anî.

Li gor hinek îdîayan Muqteda Sedr bi şertekî serokwezîrtiya duyemîn a Ebadî qebûl kiriye û şertê wî jî divê ji Partiya Dawa Îslamî îstîfa bike û nayê zanîn Ebadî wê çi bersivê bide.

Bi heman mijarî:

Navên kesên ji Hewlêrê herin Parlamentoya Iraqê diyar bûn
Rêveberê nehyeya Sinûnê: Di parlemana nû ya Iraqê de tu nûnerên Şingalî bi ser neket
Di hilbijartina Iraqê de parlementerên herî zêde deng standine dîyar bûn
Encamên fermi yên hilbijartinên Iraqê eşekere bûn
Du bizavên mezin ên Iraqê li ser avakirina hikûmetê li hev kir
Şirovekarê siyasî Basil: Hikûmeta Iraqê dê gelekî zehmet were damezirandin
Etîketan:
Hilbijartina Iraqê, Muqteda Sedr û Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de