10:34 24 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

'Sedir û Ebadî ji bo avakirina hikûmetê nêzîkî hev dibin'

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Seroke Tevgera Sedir, Muqteda Sedir civînek lidarxistin û li gorî jêderekî haydar, herdu alî nêzîkî hev bûne da ku ber bi pêkanîna Hikûmeta nû gavan bavêjin.

Dûhî Serokê Tevgera Tevgera Sedr, Muqteda Sedr li gel Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya. Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha wî, Ebadî ji hemû aliyan xwestiye encamên hilbijartinan qebûl bikin û bi riyên yasayî giliyê xwe bikin. Ji Komisyonê jî xwest ku pêdaçûnê ji gilînameyan re bike.

Herdu aliyan di civînê de teqez kirin, ku pêwîst e, ew kesên di hilbijartinan de bi ser ketine, di zûtirîn dem de li nav Perlemana Iraqê dest bi kar û erkên xwe bikin.

Herwiha diyar kirin, ku civîn ji bo wê yekê bû, ku herdu alî bi pêkve kar ji bo pêkanîna hikûmeta nû bikin û bi riya Hikûmetê xizmeta xelkê bikin û derfetên kar peyda bikin û astê geşekirinê bilind bikin û rê li ber gendeliyê bigirin.

Serokê Tevgera Sedir û piştevanê Hevpeymaniya Sairûn Muqteda Sedir gotibû: "Em destê xwe ji bo hemû aliyekî dirêj dikin, bi taybetî yên niştmanperwer, da ku biryarên me Iraqî bin û pêwîst e bi lez kar ji bo pêkanîna Hikûmetê bê kirin û giringî bi xwestekên gelên Iraq bê dayin.

Bi heman mijarî:

Sedir amadekariya damezirandina hikûmeteke teknokrat dike
Sedir: Boykotkirina hilbijartinan tê wateya radestkirina Iraqê bo dizan
Sedir: Bila hikûmet artêşa Tirkiyeyê asteng bike
Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
Etîketan:
Hevdîtin, Hilbijartin, Hikûmeta Iraqê, Ebadî, Sedir, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de