18:06 21 Gulan 2018
    Qasim Silêmanî

    'Silêmanî li Bexdayê bi ser neket'

    © AFP 2018 / ISNA/MEHDI GHASEMI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyên ku haya wan ji pêvajoya siyasî ya Iraqê heye, îro îniyê ragihand ku Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî di serdana xwe ya bo Bexdayê de nekariye lîsteyên şîî di hevpeymaniyekê de bike yek da ku li dijî Serokê Tevgera Sedirê, Muqteda el Sedirî rawestin.

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Silêmanî hewl dide ku fermandarê payebilind ê Heşda Şeibî Hadî el Amirî, Serokwezîrê Iraqê yê niha Heyder Ebadî û Cîgirê Serokkomarî Nûrî el Malikî qanî bike ku hevpeymaniyeke mezin di nav van komên şîî de çêke da ku Sedirî îzole bikin.

    Silêmanî li Bexdayê bi Malikî û Amirî re civiya lê rû bi rû bi Ebadî re neciviyaye. Jixwe duh Malpera El Erebî el Cedîdê eşkere kiribû Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî jî çûbe Silêmaniyê. Herwiha tê gotin ku Silêmanî dê hewl bide ku YNKê têxe nav şîiyan.

    Wê çavkaniya ku hevpeymaniyên komên şîî yên serleftî dişopîne got: "hemû dane teqez dikin ku Silêmanî di damezirandina komeke mezintir de bi ser neketiye."

    Herwiha ew çavkanî dibêje ku "Ebadî meyildarê wê yekê ku hevpeymaniyekê bi birêz Sedirî re pêk bîne…Heman meyildarî li ber birêz Hekîmî jî heye."

    Malikî û Amirî û serokê Şepêla Hikmetê Emar el Hekîm berbiçavitrîn hevpeymanên Tehranê ne lê Sedir ne wisa ye ku dibêje, em dixwazin têkiliyên hevseng li gel dewletên cîranê pêk bînin.

    Lê duh Hekîm û Sedir li Necefê li hev civiyan û herduyan ragihand ku amade ne, li gel komên din ên siyasî rûnên ji bo damezirandina hikûmeteke niştimanî xurt û serbixwe gotûbêj bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    'Iraq hîn nikare Tirkiyê ji axa xwe derxe, wê çawa Amerîkayê derxe'
    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
    Iraq difikire ku sîstema parastina hewayî ya rûsî bistîne
    Etîketan:
    Hêza Qudsê yê Pasevanên Şoreşa Îranê, Nûrî el Malikî, Muqteda el Sedir, Emar el-Hekîm, nûrî el malikî, Qasim Silêmanî, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de