08:11 25 Gulan 2018
    Kerkûk

    Ji Neteweyên Yekbûyî banga Kerkûkê

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Neteweyên Yekbûyî ji bo dengên bajarê Kerkûke dîsa werin jimartin bangî rêvebiriya Bexdayê kir.

    Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubîs ji Komîsyona Hilbijartin a Serbixwe ya Iraqê daxwaz kir ku ji bo îdîayên gendeliyê lêkolînê bide destpêkirin.

    Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubîs daxuyaniyeke nivîskî belav kir û Kerkûk jî di nav de li gelek cihan dîsa daxwaza hejmartina dengan kir. Kubîs got: "Ji bo derbaskirina gumanan divê bi çavderiya nûnerên partiyên siyasî deng ji nû ve werin jimartin. Neteweyên Yekbûyî ji bo vê amade ye hemû alîkariyê bide."

    Jan Kubîs di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo parastina rewşa aştî divê hemû pirsgirêkên hilbijartinê di çarçoveya qanûnan de werin çareserkirin."

    Piştî daxuyaniya encamên hilbijartin ê Iraqê gelek partiyên siyasî bi îdîaya gendeliyê daxwaza jimartina dengan kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Ridwan Badinî: Kerkûk kurd e û di hilbijartinê de ev îspat bû
    Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin
    Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
    Mela Bextiyar: Şîeyan Kerkûk bi destê Îranê dagir kir
    YNK derbarê Kerkûk û navçeyên erbandî nameyekê pêşkêşî rayedarên lraqê dike
    Etîketan:
    NY, Jan Kubîs, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de