04:06 25 Gulan 2018
    Hêzên taybet

    Welatekî din jî hêza xwe ya taybet vedikişîne

    © AFP 2018 / EFI SHARIR
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Welatê ewropî Danîmarka piştî şikestina rêxistina terorîst a DAIŞê û kontrolkirina gelek herêman hêza xwe ya taybet ji Iraqê vedikişîne.

    Wezareta Parastin a Danîmarkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hetanî demsala payîzê pêl bi pêl em ê hêzên xwe yên taybet vekişînin.

    Ji xeyrî hêza taybet a Danîmarkayê nêzîkî 180 leşkerên wê li baregeha hewayî ya el-Esad a li Iraqê jî hene û di çarçoveya tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê de wek perçeyekî koalîsyona navneteweyî wê xizmeta çavderî ya pêlgirê bikin.

    Hejayî gotinê ye ku Danîmarka jî tevlî operasyonên tekoşîna dijî DAIŞê bibû û di Îlona sala 2014an de 7 balafirên şer ên F-16 şandibûn Iraqê.

    Bi heman mijarî:

    Şirovekarê siyasî Basil: Hikûmeta Iraqê dê gelekî zehmet were damezirandin
    Du bizavên mezin ên Iraqê li ser avakirina hikûmetê li hev kir
    ‘Serokomariya Iraqê pişka kurdan e'
    Amerîka: Encamên hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye
    Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
    Etîketan:
    Danîmarka hêzên xwe vedikişîne, Danîmarka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de