17:51 23 Gulan 2018
    Bexda

    Du bizavên mezin ên Iraqê li ser avakirina hikûmetê li hev kir

    © REUTERS / Khalid al Mousily
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî encamdana hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulanê hewl û danûstandinên lîsteyan bo avakirina hikûmeta nû berdewam dikin.

    Hat ragihandin ku serokên Tevgera Sedir û Tevgera Hîkmeya Niştimanî li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz a teknokratî ya dûrî mezhebparêziyê dûr li hev kirine û dane xuyakirin ku deriyên wan ji bo hemû partî û aliyên siyasî yên din jî vekirî ye.

    Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî Emar Hekîm li Necefê serdana Serokê Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir kir.

    Piştî civînê herdu serokan eşkere kir ku wan li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz a teknokratî ya ji mezhebparêziyê dûr li hev kiriye û deriyê wan jî ji hemû partî û aliyên siyasî re vekirî ye.

    Muqteda Sedir got: "Em bi pêkanîna hikûmeteke berpirsyarî ve mijûl in ku kesayetên wan ji teknokrat û kesên pispor û şareza pêk tên."

    Emar Hekîm jî da zanîn, encama dengdanê nîşan dide ku xelk daxwaza kesên nû dike ji bo birêvebirina welat û dabînkirina xizmetê.

    Hekîm got ku deriyê wan vekiriye ji bo her aliyê ku bixwaze bi wan re tifaqê bike.

    Bi heman mijarî:

    Trump: Hevdîtina bi Kim re çênebe em ê derbasî pêngava didin bibin
    HAK-PAR: Me bi HDPê re li hev nekir, em serbixwe diçin hilbijartinan
    ‘Polîsan bi ser sifreya paşîva gund de girt û dest bi lêdanê kir’
    ‘Piştî hilbijartinan dibe ku pêvajoya çareseriyê destpê bike’
    Polîsê Belçîkî da pey dolmîşa koçberên kurd û bû sedema mirina zaroka 2 salî
    Pûtîn: Divê hêzên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê bên derxistin
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila êdî partnerên biyanî rewşa Vişînskiy bibînin
    Etîketan:
    Hilbijartin, Iraq, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de