07:05 26 Gulan 2018
Teqîn

Mala şîne rastî êrişa xwekujî hat: 15 kuştî û gelek birîndar

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Tarmiye ya Bexdayê maleke şînê rastî êrişa xwekujî hat, di encama êrişê de 15 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, li navçeya Taymiye ya Bexdaya paytextê Iraqê mala şînê rastî êrişa xwekujî hat. Li gor danayên destpêkê di encama êrişê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniya Ewlehî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku xwekujekî li navçeya Taymiye ya Bexdayê nêzî mala şînê bombeya ser xwe teqand, di êrişê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Herwiha li gor medyaya Iraqê di êrişa xwekujî de 15 kesan canê xwe ji dest da û gelek hemwelatî jî birîndar bûn. Heta niha tu kes an jî rêxistinê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Bi heman mijarî:

Li Şirnex û Dêrsîmê teqîn: Leşkerekî tirk mir û hejmarek leşker jî birîndar bûn
Li Reqqayê teqîn: 2 mirî û 3 birîndar
Li Efrînê teqîn: Mirî û birîndar hene
Li Qamişloyê teqîn: 2 kesan canê xwe ji dest da
Li herêma Hemam Tirkman a Girê Spî teqîn
Li Londrayê teqîn: 30 birîndar
Etîketan:
Li Bexdayê teqîn, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de