16:34 20 Gulan 2018
    Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê

    Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Kakeyî got pêwîst e daxwaza 6 partiyên Kurdistanî yê ku xwestine deng bi dest jî bêne jimartin bê bicihkirin.

    Li gorî medyaya herêma Kurdistanê Endamê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Seîd Hemîd Kakeyî ser mijara îtirazên derbarê encamên hilbijartinên Iraqê de daxuyaniyek da û got tevahiya sindoqên dengdanan parastî ne, lê ji bo ku guman bi yek carî nemîne, ew dikarin careke din dikarin hijmarek ji sindoqan car din bêne jimartin.

    Seîd Hemîd Kakeyî "Derbarê encamên hilbijartinan de hinek îtîraz hene. Li gor yasayan pêwîst bû ku encamên elektronîk ên hilbijartinê di roja hilbijartinan de bi çavderiya aliyên siyasî bihatane diyarkirin. Ev yek nehate kirin û ti çavdêran jî nixseyek ji encaman wernegirtiye."

    Di bedewamiya axaftina xwe de Kakeyî got: "6 partiyên Kurdistanî îtiraza encamên hilbijartinê kirin lê Lijneya Komisyona Bilinda Hilbijartinan daxwaza cûdakirina dengan bi dest red kir. Li gorî yasayan divê bersiva giliyan bide. Ji bo ti guman li ser encamên hilbijartinê nemînin divê madeya 11emîn a Komisyona Bilinda Hilbijartinan bê bicihkirin. Herwiha hinek aliyên iraqî xwestibûn bila ji sedî 5 a dengan bi dest ji hev were cudarkirin. Eger sextekarî hebe bila komîsyon gavên pêwîst bavêje."

    Hêjayî gotinê ye ku Roja Şemiyê 12ê Gulana 2018an hilbijartinên parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê hatibû sazkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Komisyona Hilbijartinan a Iraqê: Karmendên me li Kerkûkê hatine dorpêçkirin
    Encamên dawî yên Iraqê sibehê tên eşkerekirin
    Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
    Etîketan:
    Daxaza ji nû ve jimartina dengan, Di hilbijartinên Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê, Hilbijartinên Iraqê, Hilbijartin, Seîd Hemîd Kakeyî, Kurdsitan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de