14:19 23 Gulan 2018
    dengdan, hilbijartin, sindoq

    Encamên dawî yên Iraqê sibehê tên eşkerekirin

    © REUTERS / TIMA
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Hazim Ridinî diyar kir ku hêj encamên dawî yên hilbijartinan nehatine eşkerekirin, sibe roja pêncşemê encamên daW3i dê werin ragihandin.

    Li gorî nûçeyeke ajansa Mehrê ya Îranê Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Hazim Ridinî anî ziman ku ev encamên hilbijartina Iraqê yên hatine ragihandin, ne encamên dawî ne.

    Ridinî di axaftina xwe de destnîşan kir ku encamên dawî yên hilbijartina dê sibehê, roja pencşemê bi civîneke rojnamegeran ji rayagiştî re werin eşkerekirin û got, guhertineke mezin dê di encamên hilbijartinê de çênebe.

    Tê zanîn ku di roja 12ê Gulanê de hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê hatibû lidarxistin û li gorî zanyariyên herî dawiyê li Herêma Kurdistanê PDK û li Iraqê jî Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda El Sedr bûbû yekem.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Encamên hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye
    Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir
    Dadgeha Iraqê terorîstekî ku dîplomatê rûs kuştibû bi idamê ceza kir
    Ji hilbijartina parlementoya Iraqê dîmenên kurda yên dengdanê
    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
    Etîketan:
    encam, Endamê Komîyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, Hazim Ridinî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de