01:38 26 Gulan 2018
Bexda - Hilbijartinên 2018an li Iraqê

Amerîka: Encamên hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîne rojnamevanî de li ser encamên hilbijartinên giştî yên Iraqê got ku encamên hilbijartinan cihê baweriyê ye.

Meha Remezanê - Rojiya Remezanê
© AFP 2018 / John MACDOUGALL
Nauert li ser mijara gumanên sextekariyê yên derbarê hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê de bersiva pirsa rojnamevanan da.

Nauterê ji ber encamdana hilbijartinan pîrozî li beşdarên hilbijartinê û xelkê Iraqê kir û li ser gumanên sextekariyê got, "Em agahdarî nûçeyên sextekariyê yên di hilbijartinên Iraqê de ne û em agahdar in ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan lêkolînê li ser wan dike. Li gorî wan raportên ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û navdewletî ve gihîştine me, hilbijartinên Iraqê cihê baweriyê ye."

Hilbijartinên giştî yên diyarkirina parlamento û kabîneya hikûmeta Iraqê roja Şemiyê 12ê Gulana 2018an li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêv çûn.

Bi heman mijarî:

Rojiya meha Remezanê destpê kir
Li Erzeromê 7 HDPyî û DBPyî hatin binçavkirin
Pûtîn: Çekên nû derfetên Rûsyayê yên ewlekarî û hevsengiyê qat bi qat zêdetir dikin
PKKê li Rihayê bi roketan êrîşî qereqola cendermeyan kir: 2 leşker birîndar bûn
Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
Koreya Bakur ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re mizakereyên bi Koreya Başûr re rawestandin
Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
Etîketan:
Hilbijartin, Amerîka, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de