20:57 22 Gulan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Tevgera Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiya Iraqê eşkere kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Tevgera Sedr Selah Ubeydî ragihand ku ew dixwazin hikûmeta nû ya Iraqê hikûmeteke teknokrat be û diyar kir, ku namzedê wan ê serokwezîrtiyê jî Elî Duwey e.

    Li gorî nûçeya Rûdawê Selah Ubeydî ragihandiye ku namzedê wan ê ji bo serokwezîrtiyê Elî Duwey e, ku niha parêzgarê Mîsanê ye. Ubeydî da zanîn, ku li ser diyarkirina serokwezîrê nû ew amade ne li gel aliyên din jî danûstandinê bikin.

    Berdevkê Tevgera Sedr got, ku ew dixwazin hikûmeta nû ya Iraqê ne hizbî û mezhebî be lê hikûmeteke teknokrat be.

    Roja 12ê Gulana 2018an hilbijartinên parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêve çûbû. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihandibû ku rêjeya beşdarbûnê %44.52 bûye.

    Li gorî encamên heta niha di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr li ser astê Iraqê yekemîn e û heta niha 54 kursî bidest xistine.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Iraqê terorîstekî ku dîplomatê rûs kuştibû bi idamê ceza kir
    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
    Serokê Şiiyên Iraqê Sadr ji alîgirên xwe re got: Ji serkeftinê re amade bin
    Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
    Artêşa Iraqê li Şingalê dengdêran asteng dike
    Etîketan:
    Endamên Serokwezîrtiyê, Hilbijartinên Iraqê, Muqteda Sedr, Elî Duwey, Selah Ubeydî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de