20:55 20 Gulan 2018
    Qasim Silêmanî

    Sedema çûna Qasim Silêmanî ya Bexdayê zelal bû

    © AFP 2018 / ISNA/MEHDI GHASEMI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandarê Hêza Quds a Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî piştî encamên hilbijartina Iraqê ku hevdîtinên avakirina hikûmetê dest pê kirin serdana Bexdayê kir.

    Li gor nûçeya malpera Alghadpressê ku li Iraqê weşanê dike, Qasim Silêmanî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê wê bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtinan pêk bîne.

    Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku serdana fermandarê îranî Qasim Silêmanî bi fermî nehatiye eşkerekirin. Li gor şîroveya nûçeyê sedema nediyarkirinê jî ji bo ku Lîsteya Saîrun ku Muqteda Sedr serokatiya wê dike û partiyên sunî yên ereb ku Erebistana Siûdî piştgiriyê dide nêzîkî avakirina hikûmetekê ne.

    Çavkaniyekî nêzî Koalîsyona Dewleta Qanûn ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike ragihand ku Malikî ji bo koalîsyonekê ava bike bi Fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amirî û Serokê Lîsteya Wetaniye Îyad Elawî re hevdîtin pêk anîn.

    Hêjayî gotinê ye ku Lîsteya Saîrun ku Muqteda Sedr serokatiya wê dike berî hilbijartinê bi du rojan di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ew bi tu awayî bi Malikî re tifaqê nakin û hikûmetê ava nakin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Ehmedînecad bo Qasim Silêmanî: Nebe şirîkê zilmê
    Qasim Silêmanî Îsraîl tehdîd kir: Divê were tinekirin
    Qasim Silêmanî li ser êrîşên li dijî Efrînê axivî
    ‘Qasim Silêmanî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û li dijî referandûmê xebateke mezin kir'
    Qasim Silêmanî li Dêra Zorê hat dîtin
    Etîketan:
    Hilbijartinên Iraqê, Qasim Silêmanî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de