05:26 22 Gulan 2018
    Iraq - Serkeftina DAIŞê

    NY: Divê pirsgirêkên hilbijartinê bi rêyên qanûnî werin çareserkirin

    © Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Jan Kubîs ragihand ku pirsgirêkên hişlbijartinê divê bi rêyên qanûnî werin çareserkirin û hikûmeteke piralî ava bibe.

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Jan Kubîs di axaftina xwe de ragihand ku hilbijartin ji bo pêşxistina demokrasiya Iraqê derfeteke û got: "Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Gutteres destxweşiyê li gelê Iraqê dike ku beşdarî hilbijartinê bû û pêvajoya dengdanê bi serkeftî pêk hat."

    Jan Kubîs di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em dxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku piştgîriya aştiyê bikin û pirsgirêkên encama hilbijartinan derketine çareser bikin."

    Beşek ji berpirsên şîe û bi taybet lîsteya Dewleta Yasa di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku em hemû hewl didin ji bo avakirina hikûmeteke piralî.

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in
    Dadgeha Iraqê terorîstekî ku dîplomatê rûs kuştibû bi idamê ceza kir
    Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
    Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
    Serokwezîrê berê: Li Iraqê piştî hilbijartina dê şerê navxweyî derkeve
    Etîketan:
    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê, Jan Kubîs, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de