18:12 21 Gulan 2018
    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    Encamên destpêkê yên 4 parêzgehan hatin ragihandin: Li Hewlêr PDK, Silêmanî YNK yekemîn e

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê yên dengdana 12ê Gulanê yên 4 parêzgehên lraqê ragihandin.

    Li gor encamên destpêkê yên komisyonê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê yekemîn e. Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî li Silêmaniyê bûye partiya yekemîn.

    Encamên ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan şeva 14ê Gulanê ragihandin wiha ne:

    Li parêzgeha Mûsilê Hevpeymana Nesir 164.000 deng, PDK 134.000 deng, YNK 32.000 deng, Yekgirtûya Îslamî 19.027, Partya Êzidiya Demokrasî 10.000 deng, Azadiya Şebek 4.000 deng bi dest xistin.

    PDK li Mûsilê li ser asta parêzgehê bûye duyemîn.

    LI HEWLÊRÊ PDK BÛ YEKEMÎN

    PDK 331.601 deng, YNK 77.792 deng, Nifşê Nû 69.123 deng, Hevpeymana Demokrasî û Dadwerî 39.000 deng, Goran 39.309 deng, Komela Îslamî 35.000 deng, Yekgirtûya Îslamî 23.923 deng, Eniya Turkmanî 23.32 deng.

    LI SILÊMANIYÊ YNK PILA YEKEM E

    YNK 261.128 deng, Tevgera Goran 149.934 deng, Nifşê Nû 61.681 deng, Komela Îslamî 49.000 deng, PDK 46.567 deng, Hevpeymana Demokrasî û Dadwerî 44.000 deng, Yekgirtûya Îslamî 29.161 deng, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê 4.711 deng, Partiya Kominîsta Kurdistanê 1.736 deng.

    LI NECEFÊ SEDIR YEKEM, EBADÎ DUYEM E

    Li parêzgeha Necefê jî li gor encamên destpêkê yên komisyonê, Hevpeymana Sairun a bi serokatya Muqteda Sedir bûye yekemîn û Hevpeymana Nesir a bi serokatiye Serokwezîr Heyder Ebadî jî bûye duyem.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Roja înê piştî nîvro ji bo Filîstînê em li meydana Yenîkapi ne
    Li Tirkiyê 3 roj şîna qurbaniyên filîstînî hat ragihandin
    Li Bidlîsê qeza: 2 kes mirin, zêdetirî 10 kesan birîndar bûn
    Ji Koşka Spî daxuyaniya bûyerên Xezeyê: Hamas provoke dike
    PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
    Barzanî û McGurk proseya piştî hilbijartinê gotûbêj kirin
    Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de