17:06 24 Gulan 2018
    Heyder Ebadî

    Ebadî daxuyaniyek da: Bila her kes encaman qebûl bike

    © REUTERS / Regis Duvignau
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bi helkefta bi dawîbûna hilbijartinên Parlamentoya Iraqê peyamek weşand û tê xwest ku hemû lîste û partiyên siyasî qebûl bikin.

    Ebadî di peyam xwe de ji bo bidawîbûna pêvajoya dengdanê ya parlamentoya Iraqê de pîrozbahî li gelê Iraqê kir û ji hemû lîste û partiyên siyasî xwest ku encamên hilbijartinan qebûl bikin.

    Herwiha Ebadî di beşeke daxuyaniya xwe de ku kopiyayeke wê bi destê Sputînk Kurdistan ketiye, amadehiya xwe derbirî bo avakirina hikumeteke bihêz ku dûr be ji gendelî û ajendayên derve û rê ji tundkaryan jî bigire.

    Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku li gorî destûra Iraqê, ew amade hemû berpirsyariyên di stûyê xwe de bigire ji serkirdayetîkirina Iraqê heta ku hikûmeteke nû tê avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
    Iraq difikire ku sîstema parastina hewayî ya rûsî bistîne
    Iraq: Bêguman di warê têkbirina DAIŞê de me mifa ji çekên rûsî wergirt
    Iraq: Em amade ne li dijî PKKê hevkariya Tirkiyeyê bikin
    Etîketan:
    Parlamentoya Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de