20:58 22 Gulan 2018
    Aydin Maruf-Endamê eniya tirkmenan

    Li Iraqê hilbijartin bi dawî bû lê nîqaş berdewam in

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, encamên hilbijartina 10 bajaran ên ne fermî eşkere kir. Tevgera Saîrûn a ku lîderê Şiî Mûktedar Sadr piştgiriya wê dike di hilbijartinan de serfirazî bidest xist. Partiya tirkmenan û gellek partiyên din îtîrazî hilbijartinan kirin.

    Hikmet Durgun

    Li Iraqê hilbijartinên 12ê Gulanê bi dawî bûn lê vê carê jî nîqaşên derbarê hilbijartinan de dest pê kirin. Endamê eniya tirkmenan Aydin Marûf ji Sputnikê re derbarê hilbijartinan de axivî. Marûf eşkere kir ku Kerkûk û Hewlêr di serî de li gellek deveran di hilbijartinan de hîlê hatine kirin û îtîrazî kirine e.

    Endamên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê di civîna ku li Bexdayê li dar xistin de encamên hilbijartina 10 bajaran eşkere kirin. Herwiha bilêv kirin ku encamên başarên din ku hêj deng tên li wan tên jimartin jî piştî teqezkirina encaman dê bi raya giştî re werin parvekirin. Li Hewlêr, Silemaniye û bajarê Duhokê jimartina dengan didomin. Li gor encamên ne fermî li bajarên şiiyan ku Mukteda Sadr piştevaniya Tevgera Saîrûn dike di hilbijartinan de yekem e. Hevpeymaniya Fetîh ya bi piştevaniya Heşda Şeibî duyem, Hevpeymaniya Nasr/Serfirazî ya serokwezîr Heyder Ebadî bû ya sêyem.

    Li Herêma Kurditanê PDK bû yekem, herwiha li Hewlêr û Duhokê jî dengekî bilind stend. Li Silemaniyê jî YNK bû ya yekem. Herwiha li Iraqê herçiqas hilbijartin bi dawî bibin jî nîqaş berdawam in.

    Endamê eniya tirkmenan Aydin Maruf: "Bi amûrên eletronîk deng hatin bikaranîn, bi ya me deng hatin e dizîn, dengên ku ji me re derketin e em qebûl nakin, encamên hilbijartinê ti kesî dilrehet nake. Kerkuk jî di nav de li gellek deveran hîle heye."

    Bi heman mijarî:

    Li Iraq û Kurdistanê pêvajoya dengdanê bi dawî bû
    Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne
    Mikurhatina Amerîkayê ya Iraq û Sûriyê: 883 sivîl hatin kuştin
    Yûnanistanê hişyarî da Tirkiyeyê: Em ne Sûriye û Iraq in
    Etîketan:
    deng, parlamenter, parlamento, kurdistan, hilbijartin, Aydin Maruf, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de