17:05 26 Gulan 2018
hilbijartin, hewlêr, başûr

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên lraqê PDK û YNKê piraniya kursiyan stendin

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Di roja 12 Gulanê de hilbijartinên Parlemantoya lraqê hatin encamdan lê ta niha encamên giştî ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbexweya Hilbijartinan ve nehatine ragihandin.

Bi tenê encamên 10 parêzgehên lraqa erebî hatine ragihandin.

‘LI GORÎ ENCAMÊN DESTPÊKÊ PDK BÛ PARTIYA YEKEMÎN'

Li gor encamên destpêkê ta niha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pila yekem bi dest xistiye û nêzî 25 kursiyan bi dest xistiye û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî 17 kursî û Tevgera Goran 5 kursî û Komela Îslamî 2 û Yekgirtûya Îslamî 2 û Nifşê Nû 5 kursî û Hevpeymana Demokrasî û Dadwerî jî 2 kursî bi dest xistine.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên her sê parêzgehên Hewlêr û Silêmanî û Duhokê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbexweya Hilbijartinan ve nehatine ragihandin.

‘ENCAMÊN DESTPÊKÊ YÊN HILBIJARTINÊN HER SÊ PARÊZGEHÊN HEWLÊR Û SILÊMANÎ Û DUHOKÊ NEHATINE RAGIHANDIN'

Lê ta niha encamên destpêkê yên hilbijartinên her sê parêzgehên Hewlêr û Silêmanî û Duhokê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbexweya Hilbijartina nehatine ragihandin ji ber ku tenê PDK û YNKe nebe tev partiyên din encamên hilbijartina qebul naken û gazindnameyên xwe li cem komisyonê tomarmarkirînê û dixwazin deng car din bêne jimartin.

Li parêzgeha Kerkûkê jî ta niha li gor encamên destpêkê YNKê 5 kursî ji xwe re misogerkirîne û aliyên erebî 3 kursî û aliyên tirkmanî jî 3 kursî stendine.

Li Parêzgeha Mûsilê jî PDK ê ta niha 4 kursî bi dest xistin e û weha tê pêşbînîkirin ku hejmareke zêdetir bi dest bixe.

Li Xaneqînê jî ku ser bi parêzgeha Diyalayê YNKê ta niha kursiyek bi dest xistiye.

ÇETO: ME WEKU ÇAVDÊR DI HILBIJARTINAN DE SEXTEKARIYEK TOMAR NEKIRIYE Û EGER HEBE JÎ DI SÎSTEMA ELEKTRONIK DE YE

Derbarê pêvajoya dengdanê û gazindnameyên partiyên siyasî Hogir Çeto berpirsê tora şemş (roj) bo çavdêrîkirina dengdanê bo Spûtnîk Kurdistanê ragihand rast e partiyên siyasî li Herêma Kurdistanê gelek gazindname li ser encamên dengdanê pêşkêşî komisyonê kirine, lê bi awayekî giştî pirose li Herêma Kurdistanê baş bi rê ve çû û hinek pirsgirêgên teknîkî hebûn, lê ew jî zû hatin çareserkirin û rêjeya beşdarê jî weku hilbijartinên berê nebû.

Sebaret pirsa sextekariyan her weku hin partiyên siyasî dibêjn, Hogir Çeto got, "divê em çaverê bersiva komisyonê bikîn ji bo ku bizanîn rast e sextekarî hatiye kirin yan na, ji ber ku me weku çavdêr di dema hilbijartinan de sextekariyek weha tomar nekiriye û eger hebe jî di sîstema elektronik de ye.

Bi heman mijarî:

Serokê Şiiyên Iraqê Sadr ji alîgirên xwe re got: Ji serkeftinê re amade bin
Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
Artêşa Iraqê li Şingalê dengdêran asteng dike
Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin
Etîketan:
Di hilbijartinên Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê, Hilbijartinên Iraqê, Hilbijartin, Osman Başqalî, Hevpeyman, Nifşê Nû, Yekgirtû, Spûtnîk Kurdistan, Komele, Goran, YNK, PDK, Hogir Çeto, Silêmanî, Duhok, Hewlêr, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de