14:15 23 Gulan 2018
    Hilbijartin

    ‘Ji ber daxuyaniya Amerîkayê beşdariya hilbijartinan kem bû'

    © AFP 2018 /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Tevgera Asaib Ehlê Heq Qeys Xuzelî ragihand ku ji ber daxuyaniya Amerîkayê beşdariya hilbijartinên Iraqê kêm bû.

    Sekreterê Giştî yê Tevgera Asaib Ehlê Heq Qeys Xuzelî li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê peyamek parve kir û got: "Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê tirs û xof li ser hemwelatiyan çêkir, lewma beşdariya hilbijartinê kêm bû."

    Qeys Xuzelî di berdewamiya peyama xwe de got: "Yek ji sedema ku hemwelatiyên iraqî beşdarî hilbijartinên parlamentoyê nebûn daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bû. Balyozxaneyê got wê li hemberî navendên hilbijartinê êrişên bombeyî û xwekujî pêk werin, hemwelatî tirsan û lewma beşdariya hilbijartinan kêm bû. Lê digel vê jî hemwelatiyên me hilbijartina xwe bi serkeftî qedan û ez wan pîroz dikim. Hêvî dikim hikûmeteke adil ava bibe."

    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê berî hilbijartinê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wê rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî navendên hilbijartinê bike.

    Bi heman mijarî:

    Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye
    Artêşa Iraqê li Şingalê dengdêran asteng dike
    Ebadî: Hilbijartina îro wê pêşeroja Iraqê diyar bike
    Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
    Balyozê Iraqê: Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bûn
    Etîketan:
    Tevgera Asaib Ehlê Heq, Qeys Xuzelî, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de