11:35 23 Gulan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da

    © REUTERS / Ofîsa Serokwezîriya Iraqê
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser alozî û nerazîbûnên derbarê proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

    Nivîsgeha Ebadî îro, sebaret proseya hilbijartinên perlemantoya lraqê li Herêma Kurdistanê û nerazîbûna hin partiyên siyasî ji encamên destpêkê û çêbûna aloziyan li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

    Ebadî di daxuyaniya xwe de got, wî ferman daye hêzên ewlehiyê li Kerkûk û parêzgehên Herêma Kurdistanê ku rewşa ewlehiyê biparêzin û bê alîgir bimînin li hember proseya hilbijartinan.

    Ebadî daxwaz ji komisyona bilind a hilbijartinan jî kiriye ku di zûtirin demê de wan sindoq û amarên gumana sextekariyê li ser heye çareser bikin û encamên hilbijartinan jî bo raya giştî ragihînin.

    Bi heman mijarî:

    PDKyiyên ku Heşda Şeibî ew revandibûn, hatin berdan
    Li Endonezyayê 3 dêr bûn armanca êrîşên xwekujî: 9 mirî, 40 birîndar
    Li Enqerê êrîşî polîsên tirk kirin
    Artêşa Tirkiyê ji kurd û erebên li Efrînê nasnameya tirkî dixwaze
    Li Mêrdînê hunermendên ciwan bi navê Counter Bienal, bienaleke alternatîf li dar xistin
    Welatê serkeftiyê Eurovision 2018an diyar bû
    Etîketan:
    Hilbijartin, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de