07:11 26 Gulan 2018
Heşda Şabî Operasyona Mûsilê

PDKyiyên ku Heşda Şeibî ew revandibûn, hatin berdan

© Sputnik / Hikmet Durgun
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku endamên PDKê yên ku li deşta Mûsilê ji aliyê Heşda Şeibî ve hatibûn revandin, hatine berdan.

Berpirsê liqa PDKê li Mûsilê, Îsmet Receb ji malpera fermî ya PDKê re ragihand ku ew du endamên wan yên ku li deşta Mûsilê di dema xebatên hilbijartinan de ji aliyê Heşda Şeibî ve hatibûn revandin, hatine berdan.

Îsmet Receb diyar kir, di xebatên hilbijartinan û dema dengdanê de endam û namzedên PDKê yên li deşta Mûsilê rastî gelek êrîş û gefên Heşda Şeibî hatine, lê tehemul kirine û di xebatên xwe de sist nebûne.

PDKÊ LI DEŞTA MÛSILÊ 7 KÛRSÎ DERXISTIN

Li gorî agahiyên PDKê, PDKê li deşta Mûsilê 6 kursî bi dest aniye û eger kurdên şebek jî kursiyekî bi dest bînin hejmara kursiyên PDKê dibe 7.

Bi heman mijarî:

Li Endonezyayê 3 dêr bûn armanca êrîşên xwekujî: 9 mirî, 40 birîndar
Li Enqerê êrîşî polîsên tirk kirin
Welatê serkeftiyê Eurovision 2018an diyar bû
Rojhilata Yermukê cardin ket kontrola Artêşa Sûriyeyê
Li Mêrdînê hunermendên ciwan bi navê Counter Bienal, bienaleke alternatîf li dar xistin
Etîketan:
PDK, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de