18:03 21 Gulan 2018
    Hêzên Iraqê li Kerkûkê

    DAIŞê li Kerkûkê êrişî Heşda Şeibî û polîsan kir: 4 jê polîs 6 kuştî û 2 birîndar

    © REUTERS / Stringer
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Kerkûkê êrişî milîsên şîî yên Heşda Şeibî û polîsên federal ên Iraqê kirin.

    Li gor çapemeniya Iraqê, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê îro li gundê Seîdûniye yê girêdayî bajarokê Reşadiyê ku dikeve rojavayê Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî û polîsên federal ên Iraqê kirin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, di êrişa terorîstên DAIŞî de 4 jê polîsên federal û 2 milîsên Heşda Şeibî hatine kuştin û milîs jî birîndar bûne.

    Hêjayî gotinê ye ku di mehên zivistanê de milîtanên DAIŞê li heman gundî dîsa êrişî Heşda Şeibî kiribû û di êrişê de bi dehan milisên iraqî hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Kerkûkê nehiştin hêzên ewlekariyê dengê xwe bidin’
    Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin
    Li Kerkûkê fermandarekî din ê Heşda Şeibî hat kuştin û 6 polîs jî birîndar bûn
    'BP û Iraqê peymanek ji bo petrola Kerkûkê îmze kir'
    Berbijêrekî ereb ji ber cil û bergên kurdî li Kerkûkê xwe ji berbijêriyê vekişand
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de